Teqezkirina Çawûşoglu ser çareserkirina pirsgirêkan li Lîbyayê ji riya muzakirê
Wezîrê karên dreve yê Tirkiyê, çareserkirina pirsgirêkan li Lîbyayê ji riya muzakira navbera partiyan û komên vî welatî bêyî mudaxila biyaniyan kir.
Li gorî rapora Anadolu News`ê, Mewlûd Çawûşoglu roja pêncşemiyê ragahnd ku bêtifaqiyên li Lîbyayê divê bêyî mudaxila biyaniyan û bi beşdariya hemî çîn û qatên vî welatî ser maseya muzakirê were çareserkirin.
Wezîrê karên dreve yê Tirkiyê ku piştî hevdîtina Xalid El-Meşrî serokê konseya bilind a dewleta Lîbyayê li Enqerê diaxivt got: Tirkiye piştgiriyên xwe ji hewldanên bona damezrandina ewlehî û aramiyê li Lîbyayê didomîne.
Serokê konseya bilind a dewleta Lîbyayê ku bona hevdîtinên fermî li Tirkiyê de ye, îro bi Binalî Yildirim serokê parlemana Tirkiyê hevdîtin pêk anî û li bara peywendiyên dualî û alûgurên Lîbyayê gotûbêj kir.
Lîbya piştî alûgurên sala 2011`an û mudaxila welatên endamê NATO`yê tûşî hakimiyeta dualî bûye bi curekê ku xêncî dewleta Wifaqa Neteweyî li Terablosê hikûmeteke din jî li rojhilata vî welatî bi serkirdetiya Xelîfe hefter pêk hatiye.