Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê: Perwerdekrina terorîstan ji aliyê Emerîkayê ve nayê qebûlkirin
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê raghand ku em Perwerdekrina terorîstan ji aliyê Emerîkayê ve qebûl nakin.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, û ji zarê Anadolu Newsê, Xilûsî Akar bal kişand ser biryara Pêntagonê bo hîndekariya eskerî ya endamên PKK û YPG li nêzîkî sînorên Tirkiyê got: Em Perwerdekrina terorîstan ji aliyê Emerîkayê ve qebûl nakin.
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê her wiha got ku welatê wî li bara berevaniya ji berjewendî û mafên xwe li erd, derya û esmanê micid e û nahêle ku welatên din gefê li wan bixwen.
Akar di dewamê de her wiha got ku emê îzna avakirina korîdora terorê bi piştgiriya Emerîkayê li rojhilata Firatê nedin ji ber ku perwerdekirina eskerî ya komên terorîstî ji aliyê Emerîkayê kiryarek e bona avakirina korîdora terorê li rojhilata Firatê û sînorên başûrê Tirkiyê.