Kanûn 13, 2018 10:25 Asia/Tehran
  • Sêyemîn hevdîtina Erdogan û Baxçelî têkildarî hilbijartinên şaredarîyan

Serokomarê Tirkîyê û serokê Partîya Dad û Geşepêdanê Receb Teyîb Erdogan ji bo cara sêyem di çarçova dewama hevalbendîya digel Partîya Hereketa Netewî (MHP) di hilbijartinên şaredarîyên Tirkîyê da bi serokê vê partîyê Dewlet Baxçelî re gotûbêj pêk anîye.

Li gorî rapora televîzyona NTV`yê, Serokomarê Tirkîyê û serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) Receb Teyîb Erdogan ji bo cara sêyem di çarçova dewama hevalbendîya digel Partîya Hereketa Netewî (MHP) di hilbijartinên şaredarîyên Tirkîyê da ku yê di 31`ê Adara sala 2019`ê da bên lidarxistinê, bi serokê vê partîyê Dewlet Baxçelî re gotûbêj pêk anîye.

Her du alîyan di vê hevdîtina yeksietî da bala xwe dane ser mijara berbijaran û çawanîya hevkarîya her du alîyan di hilbijartinên pêşber da.

AKP`ê derbarê 6 bazineyên hilbijartinan bi MHP`ê ra muzakire kirîye û li gorî nûçeyên piştrastnebûyî Erdogan yê wan 6 parêzgeh û bazineyan bispêre MHP`ê û li wan parêzgehana berbijaran ji hêla AKP`ê va kivş nake.

AKP`ê berbijarên 74 bazineyên hilbijartinan kivş kirine û li gorî ihtimaleke zêde jî yê Binelî Yildirim Serokmeclisê Tirkîyê wekî berbijarê Istenbolê bide nasandinê.

Şayanî gotinê ye ku Erdogan û Baxçelî di 21`ê Mijdarê de jî hevdîtin pêk anîbûn û piştî wê hevdîtinê Erdogan hin berbijarên AKP`ê yên hilbijartinên şaredarîyan dabûn nasandinê.