Kanûn 11, 2018 20:18 Asia/Tehran
  • Rakirina qanûna qedexetiya Hicabê li zanîngeh û dibistanên Tirkiyê

Dadgeha Bilind a Qanûna Bingehîn a Tirkiyê qanûna qedexetiya Hicabê li zanîngeh û navendên perwerdehiya bilind ên vî welatî betal kir.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê Anatoliyê, Dadgeha Bilind a Qanûna Bingehîn a Tirkiyê ragihandiye ku xwendekar û xwendevanên vî welatî dê mafê xwe yê hilbijartina Hicabê li gorî mezheba xwe hebin.

Hikmê Dadgeha Bilind a Qanûna Bingehîn a Tirkiyê derbarê mafê hilbijartina Hicabê li znîngeh û navendên perwerdehiyê yên vî welatî li dû dozvekirina yek ji xwendekarên ebrê yê zanîngeheka Istenbûlê pêk hatiye ku di sla 2005an da ji ber hebûna Hicabê nekarî xwendina xwe ya zanîngehê biqetîne.

 Dadgeha Bilind a Qanûna Bingehîn a Tirkiyê di pratîkê da dikare bi wateya betalkirina qanûna berê ya derbarê qedexetiya bikaranîna Hicabê l dibistan, zanîngeh û navendln perwedrehiyê be ku di dehsaliya 1980î da hat pesendkirin û ji sala 1997an va cihanîna wê ciddî bû.

Tevî ku qanûna qedexetiya Hicabê li zanîngehan heta îro rojê hebûye, lê ji sala 2010 û pêve zanîngehên Tirkiyê derbarê hebûna Hicabê ji aliyê xwendekaran va zext neanîne û niha jî ev qanûn bi biryara Dadgeha Bilind a Qanûna Bingehîn a Tirkiyê bi fermî betal bû.

Beriya niha di sala 2013an da jî qedexetiya Hicabê jibo kedkarên beşa dewletî ya Tirkiyê hatibû rakirin.