Kanûn 11, 2018 08:17 Asia/Tehran
  • Ehmedê Tirk: Bêyî kurdan dê dêmokrasî û azadî li Tirkiyê berfireh nebe

Ehmedê Tirk şaredarê wêdadayî yê bajarê mezin ê Mêrdînê li axaftinekê gotiye: Bêyî kurdan dê Dêmokrasî û azadî li Tirkiyê berfireh nebe.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zrê rojnameya Dîwarê, Ehmedê Tirk şaredarê wêdadayî yê bajarê mezin ê Mêrdînê û ji siyasetvanên nasyar ên kurd ên Tirkyê li axaftinekê tevî amajeya bi hewildanên pêkhatî navbera partiyên siyasî yên Tirkiyê bi armanca pêkanîna hevpeymaniyê li hilbijartina herêmî ya Tirkiyê gotiye: Bêyî kurdan Dêmokrasî û azadî dê li welêt berfireh nebe. Ji ebr vê yekê di tevahiya qonaxên yekbûna hêzan û hevdîtinên ku ji bo hevpeymaniyê pêk tên, divê hestên kurdên Tirkiyê bên berçavgirtin. Li vî warî da hevdîtinên ku partiyên siyasî pêk tînin, dê girîng bin.

Wî di dewama gotinên xwe da ragihandiye: Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) li parêzgehê rojavaya Tirkiyê weke Adana, Mêrsîn, Xetayî, Antaliya û ya herî girîng li Stenbûl û Izmîrê gellek hogirên xwe hene. Me hertim destnîşan kiriye ku ev bajar divê ji destê partya serdest li Tirkiyê bên derxistin û ji bo vî karî heker berendamek ku ji aliyê gelê me jî guncan be, were diyarkirin, wê çaxê en amade ne ku hevpeymanî, piştevanî, yekbûna hêzan û her navê ku hû lê dikin, pêk bînin. Bêyî berçavgirtina Kurdan bi tu awayî azadî û Dêmokrasî dê neyê berfirehkirin. Ji ber ku l Tirkiyê divê gel li kêleka hevdu bin û careka din pêvajoya gotûbêjkan bikare pêk were, ev hilbijartin divê bi başî were bikaranîn.