Kanûn 09, 2018 16:16 Asia/Tehran
  • Tirkiyê li Edenê berhemanîna niftê destpê dike

Şîrketa Anonîm nifta Tirkiyê îznên pêdivî bona derxistin û berhemanîna niftê li parêzêgeha Edenê wergirtine û ev şîrketa prosa derxistina niftê ji bîrên niftê li Edenê dê destpê bike.

 Li gorî rapora  Kurd Press`ê û ji zarê rojnama  Bîrgûnê piştî hewldanên  şîrketa Anonîm niftê derheq hebûna niftê li parêzgeha  Edenê ya Tirkiyê îznên pêdivî bona  derxistina  niftê li vê parêzgehê hatine dayîn û ev şîrketa prosa derxistina  niftê ji bîrên niftê li Edenê dê destpê bike.

 Dayira giştî ya karûbarên  niftê ser bi wezareta enerjiyê û çavkaniyên  xwezayî yên vî welatî bi weşandina  vê mijarê li rojnama  fermî ya Tirkiyê destpêbûna prosa fermî ya derxistina  niftê li parêzgeha  Edenê ragihandiye.

 Ajansa nûçan a Anadolu`yê bal kişand  ser bidestxistina  îznên  derxistina  niftê ji aliyê şîrketa  Anonîm Niftê ya Tirkiyê û diyar kiriye: "Kiryarên vê şîrketê bona bidestxistina îzna  derxistina niftê li parêzgeha  Edenê hatiye piştrastkirin û ev şîrketa dê 8 salan mafê îktişafa niftê li navçên curbicur ên parêzgeha  Edenê hebe".

 Hêjayî gotinê ye ku  Tirkiyê li çend salên buhurî dest bi lêkolînên cidî bona derxistina  niftê li parêzgehên  curbicur ên Tirkiyê bi taybet parêzgehên  Anadolu û rojhilata  Tirkiyê kiriye ku bikaribe heta radeyekê girêdayîbûna xwe bo welatên biyanî ji ber vê kelûmela stratejîk kêm bike.