Kanûn 08, 2018 08:07 Asia/Tehran
  • Tirkîye: Bila Amerîka baregeh û navendên leşkerî û çavdêrîyê li bakura Sûrîyê girêde

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê xwest ku baregeh û navendên leşkerî û çavdêrîyê yên leşkerên amerîkî li bakura Sûrîyê û li derdora sînorên Tirkîyê bnê girêdanê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Fransayê, Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Xulûsî Akar ji Amerîkayê xwest ku ji bo girtina pêşîya her cure pevçûnekê di navbera artêşa Tirkîyê û hêzên Kurd ên sûrî yên Waşîngton pişta wan digire da, baregeh û navendên leşkerî û çavdêrîyê yên leşkerên amerîkî li bakura Sûrîyê û li derdora sînorên Tirkîyê girêde

Wezareta Berevanîya Tirkîyê di daxûyanîyekê da ragihand ku Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Xulûsî Akar û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey di hevdîtinekê li Enqerê da daxwaza Tirkîyê ya girêdana baregeh û navendên leşkerî yên Amerîkayê li bakura Sûrîyê gîhande wî.

Ji hêla din ve, Şêwirmendê Taybet ê Serokomarê Tirkiyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê jî civiyan û têkildarî cîbicîkirina temam a nexşerêya Minbicê li hev kirin.

Ajansa fermî nûçan a Tirkiyê ragihand ku di civîna navbera Şêwirmendê Taybet ê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey de behsa karkirina hevbeş a li deverên rojhilatê Firatê di çarçoveya nexşerêya Minbicê de hatiye kirin.

Li gorî vê raporê, herdu aliyan li ser cîbicîkirina tam a nexşerêya Minbicê li hev kirine.

Hat diyarkirin ku di civînê de behsa helwesta Tirkiyê ya li ser PYD û YPG hatiye kirin û tekezî li ser hestiyariya derbarê yekparçeyiya axa Sûriyê de hatiye kirin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey bi merema pişkdarîya dicivîna karê hevpar a Amerîka û Tirkîyê ya derbarê Sûrîyê de duh gihîşt Enqereya paytexta Tirkîyê.