Kombûna xelkê Qamîşloyê bona piştevaniya ji Leyla Guven li parlemana Tirkiyê
Xelkê Qamîşloya Sûriyê bona piştevaniya ji nûnera HDPê ya Colemêrgê ku li zîndana Tirkiyê dest bi girava birçîbûnê girtiye kom bûn û li navenda vî bajarî xîvet vegirtin û dest bi girava birçîbûnê kirin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Xelkê Qamîşloya Sûriyê hevrê digel xebatkarên medenî û siyasî bona piştevaniya ji nûnera HDPê ya Colemêrgê ku li zîndana Tirkiyê dest bi girava birçîbûnê girtiye ,kom bûn û li navenda vî bajarî û li navça Siyahî ya vî bajarî xîvet vegirtin û dest bi girava birçîbûnê kirin.
Gor agehdariyên ber dest, 70 xebatkarên siyasî û medenî jî li daxûyaniyekê ji Leyla Guven piştevanî kirin û tevlî xelkê Qamîşloyê bûn.
Hatiye ragihandin ku piştevaniya ji Leyla Guven ku ji îro pêncşemê destpê bûye dê du rojan bidome.
Piştî gireva birçîbûnê ya nediyar ya Leyla Guven, nûnera hewskirî ya bajarê Colemêrgê li parlemana Tirkiyê ji Partiya Demokratîka Gelan Sebahet Toncel, hevseroka hewskirî ya BDP tev 14 zindaniyên siyasî yên kurd bona piştgiriya ji Leyla Guven di zindanê de ji îro 1 Kanûna 2018`an ve greva xwe ya birçîbûnê destpê kirine.
Leyla Guven ku di zindana Amedê de ye ji 7 Kanûna 2018` an ve gireva birçîbûnê ya nediyar destpê kiriye. Ew 14 roj in ku ketiye gireva birçîbûnê.