Kanûn 06, 2018 17:00 Asia/Tehran
  • Serokê artêşa Rûsiyayê: Ji rojhilata Sûriyê bo Tirkiyê nift tê şandin

Serokerkantiya gişt hêzên çekdar ên Rûsiyayê ragihand ku servîsên îstixbaratê ên Rûsyayê karwanên niftê dîtine ku ji rojhilata Sûriyê diçin Tirkiyê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Valerî Grasîmov Serokerkantiya qumandihiya hêzên çekdare Rûsiyayê bal kişande ser viya ku navendên istixbaratî yên vî welatî agehdariyên tam di ber destan de hene ku karwanên niftî yên ji rojhilata Sûriyê diçin Tirkiyê û Iraqê û got: Ev nifta ji navçên bin desthilata hevalbendiya navnetewî bo derve ji axa Sûriyê tê şandin .

Hewisa navendên istixbaratî yên Rûsiyayê ragihandine derhata vê nifta ku bo Tirkiyê û Iraqê tê şandin dikeve destê terorîstên DAIŞê.

Valirî Grasîmov li bara rêketina di navbera Rûsiyayê û Tirkiyê li Idlibê jî bal kişande ser erênîbûna vê rêketinê û got: Helbet ev rêketina hîn bi tamî neketiye qunaxa cihbicuh kirinê lê rastî evaye ku desthatên erênî vê rêketinê heta niha hebûne.