Kanûn 06, 2018 10:38 Asia/Tehran
  • Gelek rêveberên HDP û DBPê hatin binçavkirin

Li bajarê Amedê yê Kurdistana Tirkiyê polîsan bi ser gelek mal û cihên kar de girtin û hejmarek endam û rêveberên HDP û DBPê desteser kirin.

Li gor medya Tirkiyê, operasyonên girtin û binçavkirina rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam in. duh li qezayên navenda Amedê polîsên Tirkiyê bi ser malên rêveberên HDPê de girtin.

Di serdegirtinên malan de Hevserokê Rêxistina Qezaya Rezan a HDPê Necmettin Burakmak, Serokê Navçeya Yenîşehîrê Wehab Gunay, Hevserokê Navçeya Kayapinar a HDPê Haluk Eyupaglu, Hevserokê Qezaya Rezan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Alî Alkan, Rêveberê DBPê Ramazan Ungur û Rêveberên HDPê Osman Don û Sait(Seîd) Demir hatin binçavkirin.

Polîsan Rêveberên HDP û DBPê birin Rêveberiya Asayîşê ya Amedê û hat ragihandin ku eger heye hejmara binçavkirinan zêde bibe. Derbarê sedema binçavkirinê de heta niha ti agahî nehatine belavkirin.

Rêveberên HDP û DBPê yên ku hatine binçavkirin, 17-18ê Mijdarê li avahiya HDPê ya Amedê bo piştgirîkirina çalakiya Parlamentera HDPê Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê.

LI bereberê bi rêketina hilbijartinên şaredariyan hikûmeta Tirkiyê zext û zora ser partiyên piştgirê mafên kurdan li vî welatî yên wekî HDP û DBP zêde kirine.