Kanûn 05, 2018 18:48 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDP: Em dengê dadgeha venihêrînê li bara Demirtaş û Onder bi fermî nas nakin

Hevserokê Partiya Demokratîka Gelan wek berteka li hember piştrastkirina hikmê zindana Selahedîn Demirtaş got: Em dengê dadgeha venihêrînê li bara Demirtaş û Onder bi fermî nas nakin.

 Li gorî rapora Kurd Pressê, Sizayî Temellî, hevserokê HDP wek berteka  li hember piştrastkirina hikmên hebsê bo Selahedîn Demirtaş û 32 kes ji siyasetvanên  bi nav û deng ên  kurd ên Tirkiyê ku duh û îro ji aliyê dedgehên  venihêrînê cih hatiye, diyar kir: "Teşkîlata  Dadweriyê ya Tirkiyê bûye amûrê siyasetê. Piştî viya  jî dikarin arma AKP, Prtiya Dad û Geşepêdanê li sîngê xwe vekin. Her wek dizanin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê hikmekî pir eşkere daye. Roja ku ew hikm hate dayîn, serokkomarê vî welatî hikmê dayî ji aliyê vê dadgehê bi fermî nas nekir û  ragahnd ku tivdîrên  pêdivî dê li hember vê hikmê cih bînin û ew tivdîr ewna bûn".

Hevserokê HDP di dewama gotinên xwe de destnîşan kir: "Ev Teşkîlata dadweriyê bi giştî bê qanûn e. Hin dadgeh tên lidarxistin ku qanûnên heyî binpê dikin. Selahedîn Demirtaş û Serî Sureya Onder ji ber hin axiftinan tên şermezarkirin ku li Newrozê behsa aşitî, demokrasî û jiyana  hevperû wekhev axiftibûn. Wan rojan hêvieke mezin pêk hatibû.  Ev axiftin me hemiyan  bi aşitiyê hêvîdar kiribûn. Teşkîlata Dadweriyê ya  Tirkiyê êdî beşeke  bi şerm e ku bi awayê rasterast ferman wegirtiye û  reftarê dike".