Kanûn 05, 2018 17:43 Asia/Tehran
  • Li Colemêrgê qedexeya 15 rojî li 30 deveran hat ragihandin

Li Colemêrga Tirkiyê li 30 deveran, navçeyên taybet ên ewlehiyê hatin destnîşankirin û qedexeya hatinûçûnê li wan deveran hat ragihandin.

Li gorî daxuyaniyeke parêzgariya Colemêrgê, bi merema encamdana operasyonên serbazî li dijî hêzên PKK'ê, ji bo dema 15 rojan li 30 deverên ser bi Colemêrgê ve, qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.

Cihên qedexekirî bajarên Colemêrgê û çend deverên ser bi qezayên Çelê, Şemzînan û Geverê digire ber xwe.

Parêzgariya Colemêrgê ew dever weke "Deverên ewlehiya taybet" bi nav kirine û diyar kiriye ku hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê dê di dema qedexeyê de operasyonan li dijî PKKê li dar bixin.

Her wiha parêzgariya Colemêrgê daye xuyakirin ku ew biryar ji 4ê vê mehê ve destpê kiriye û heta 19ê mehê berdewam dibe.