Kanûn 05, 2018 17:32 Asia/Tehran
  •  Çawûşoglu:

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê destnîşan kir ku Tirkiye daxwaza hevgrtina NATO`yê li hemî waran dike.

 Li gorî rapora malpera Televîayona  TRT ya Tirkiyê, Mewlûd Çawûşoglu di Twittera xwe de  bal kişand  ser vê mijarê û nivîsî: "Tirkiye li nava wan welatan de ye ku  beşdariya herî zêde li operasyona  NATO`yê û cihanîna  rola  vê rêxistinê heye".

 Wî destnîşan kir: "Peywendiya Trans Atlantîkê bo NATO û Ewlehiya  koma ya  endamên vê peymanê giring e".

 Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ji bo beşdariya  li civîna  wezîrên karên derve  yên endamê NATO`yê di Brukselê de ye.