Kanûn 05, 2018 08:28 Asia/Tehran
  • Biryara zindanîkirina

Baska 2 ya cezayî ya dadgeha navçeyî ya Stenbûlê ku karê venihêrîna li biryara 4 sl û 8 mehan zîndanê ji bo Selahedîn Demîrtaş û biryara 3 sal û 6 mehan zindanê ji bo Sirî Sureya Onder (Sırrı Süreyya Önder) li ustiyê wê bû, biryarên dayî ji aliyê dadgehê va piştrast kirine.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê têlêvîziyona NTV'yê, Baska 2 ya cezayî ya dadgeha navçeyî ya Stenbûlê ku venihrîna li biryara 4 sal û 8 mehan zindanê ya Selahedîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiy6a Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) û biryara 3 sal û 6 mehan zindanê ya Sirî Sureya Onder (Sırrı Süreyya Önder) nûnerê berê yê Enqerê li Parlimana Tirkiyê dikir, piştî hilkolandina dosyeyê, biryarên dayî ji aliyê dadgeha Stenbûlê va piştrast kirin û pêwîstdar ji bo cihanînê dan zanîn.

Ev biryar ku ji aliyê dadgeha baska 26 a cezayî ya Stenbûlê va hatibûn dayînê, ev du siyasetvanên kurd ên Tirkiyê bi tawana "Propagandaya ji bo komên têrorîst" tawanbar kiribûn û ev biryar ji aliyê parêzerên Demîrtaş  ûOnder va ketibûn ber nerazîtiyê.

Hêjayî gotinê ye ku piştrastkirina vê biryarê ji aliyê baska 2 ya cezayî ya dadgeha navçeyî ya Stenbûlê va li halekî pêk tê ku dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara azadkirina Selahedîn Demîrtaş daye. Di rastiyê da li halekî ku desthilatdariya Tirkiyê û Wezareta Dadê ya vî welatî li halê amadekiirna nerazîtiya li hemberî vê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne, bi piştrastkirina vê biryarê ji aliyê dadgeha Venihêrînê li Tirkiyê, heta heke biryara Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê jî serê xwe bigire û bigihêje qonaxa dawiyê, Selahedîn Demîrtaş dê heta dawiya vê biryarê bi qasî 4 sal û 8 mehan di zindanê da be.