Kanûn 04, 2018 18:20 Asia/Tehran
  • Hevkariya Çîn û Tirkiyê bona sekinîna li hember terorîsmê

Serokê Meclisa Tirkiyê pêgîrî kir Enqere bi awayekî teqil û cidî siyaseta Çîna yekperçe dişopîne û li şerê dijî terorîsmê pişta Pêkenê digire.

Li gorî rapora IRNA`yê, Bînalî Yildirim, sibeha sêşemê li hevdîtina bi Lî Can Şû, serokê Meclisa Netewî ya Gelê Çînê re li Pêkenê, herwiha got: Peywendiyên dostane yên di navbera Tirkiye û Çînê de wekî du dostên kevn, ber bi zêdebûnê ne.

Serokê Meclisa Tirkiyê destnîşan kir: Niha peywendiyên di navbera du welatan de bi başî pêşda diçin û dahatiya hevkariya di warên avakirina hevpar a rêkemberek û cadeyek, aborî û bazirganiyê, rêya hesin, geştyarî û sekinîna li hember terorîsmê geş e.

Lî Can Şû, serokê Meclisa Netewî ya Nûneran a Gelê Çînê jî li vê hevdîtinê got ku ji berê ve û ji rêya Cadeya Hermûşê, peywendiyeka nêzîk di navbera Çîn û Tirkiyê de pêk hatiye û roja îro rojê ji ber pêşniyara Kemberek û Cadeyek, ev peywendî nêzîk jî bûne.

Wî bal kişand ser vê yekê ku Çîn û Tirkiyê berjewendiyên hevpar û zirûfên mezin û zav ji bo hevkariyê hene û pêgîrî kir: Îsal Çî Cîpîng, serokomarê Çînê bi Erdoganê serokomarê Tirkiyê re du caran hevdîtin pêk anî û her du aliyan li ser peywendiyên di navbera du welatan de û mijarên girîng ên navnetewî û navçeyî bi hev re gotûbêj kirin.

Bînalî Yildirim, di çarçoveya sefera xwe ya asyayî li yekemîn pêngav, seredana Pêkenê kiriye û biryar e piştî Çînê seredana Qêrqîzistan û Îranê jî bike. Her di vê çarçoveyê de serokê Meclisa Tirkiyê wê rojên 7 û 8`ê Kanûnê seredana Têhranê bike.