Mijdar 20, 2018 15:39 Asia/Tehran
  • Parêzerê Demîrtaş: Ezê ji bona berdana Demîrtaş serî li dadgehê bidim

Parêzerê Selahedîn Demîrtaş ragihand, ji bona berdana Demîrtaş dê serî li dadgehê bidim.

Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê îro ragihand, hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş “ji ber sebebên siyasî” hatiye girtin û divê were berdan.

Piştî ku dadgeha Ewropayê biryara xwe ragihand, parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman da zanîn ku îro li dadgeha Enqerê bi fermî daxwaza bicîhanîna biryara dadgehê bike.

Heta niha nayê zanîn hikûmeta Tirkiyê dê li ser vê yekê çi bêje.

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş 4 Mijdara 2016 hat girtin û heta niha jî di girtîgehê de ye. Sûcê wî “endamtiya rêxistina terorê” ye.