Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derbarê Demîrtaş de biryar da
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derbarê doza Hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahadîn Demîrtaş de biryara azad kirinê da.
Hevserokê berê yê HDPê Selahadîn Demîrtaş, ji ber serî li dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dabû û doza wî îro hat encam kirin û Dadgeha Mafê Mirovan di vê derbarê de biryara xwe da.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, derbarê namzedê serokkomariya Tirkiyê yê HDPê Selahadîn Demîrtaş de ragehand, ji ber girtîbûna wî bûye sedem ku azadî û mafê wî yê parastinê di nava demeke guncaw de nehatiye darizandin û di dema darizandinê de jî mafê serbest berdana wî û mafê wî yê helbijartinê hatiye binpê kirin, pêwîst e ew bê azad kirin.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryar da, rewşa girtîbûna Demîrtaş bi dawî were û ji bo wê ev dadgeha çi ji destê wê were dike.
Dadgehê biryar da; ji ber girtîbûna demdirêj, mafê helbijartin û peymana mafê mirovan a Ewropayê bi taybet xala wê ya 18.mîn binpê bûye.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ragehand, ji bo rewşa girtîbûnê berdewam bike, pêwîst e sedemên mafdar ên Tirkiyê hebin, lê heta ew sedem neyên ragehandin rewşa girtîbûnê nayê berdewam kirin û di demek herî kurt de rewşa girtîbûnê divê were bi dawî kirin.
Li gor biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê Tirkiye 10 hezar Euro dê tezmînata menewî bide û herwaha 15 hezar Euro jî xercên dadgehê dê bide.