Mijdar 18, 2018 20:17 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê û Serokerkanê Artêşa Amerîkayê derbarê YPG`ê da civîyan

Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Hulûsî Akar û Serokerkanê Artêşa Amerîkayê general Joseph Dunford derbarê YPG`ê da civîyane.

Li gorî rapora televîzyona NTV`yê, Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Hulûsî Akar ku bi merema pişkdarîya di Civîna Ewlehîya Navnetewî ya Halifax`ê da çûye Kanadayê, di wê seredanê da bi Serokerkanê Artêşa Amerîkayê general Joseph Dunford re hevdîtin pêk anîye.

Li gorî lêzanînê ku ji Wezareta Berevanîya Tirkîyê hatine bidestxistin, Akar di wê hevdîtinê de ji Serokerkanê Artêşa Amerîkayê re tekez kirîye ku em wekî Tirkîye çavlirê ne ku zûka peywendîyên Amerîkayê û YPG`ê ku ti ferqa wê bi PKK`ê ra tineye bên qutkirinê. Bicihbûna hêzên amerîkî û têrorîstan li deverekê da bi tu awayî nayê qebûlkirinê û me ji bo dubarenebûna vê yekê hişyarî daye.

Ew hevdîtina Akar û Danford saetekê li pişt derîyên girêdayî berdwam bû û Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê piştî wê civînê ji nûçegihanê Anadoluyê ra di vî warî de got: Hevdîtineke gellekî germ û semîmî bû me nêrîn û lêzanîn dan hev.