Mijdar 18, 2018 18:22 Asia/Tehran
  • Destpêbûna gireva birsîbûnê li 5 şarên Tirkîyê bi nîşana piştgirîya ji Leyla Guvenê

Bi pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tirkîyê ji bo piştgiriya ji çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê li 5 bajaran bo mideha 2 rojan greva birçîbûnê dest pê bû.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, Hevseroka KCD`ê û Parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ku li Girtîgeha Tîpa F ya Amedê hepsî ye, ji 11 rojan berî niha ve bi nîşana nerazîbûna li hemberî rewşa Evdile Ocalan serokê hepsî yê PKK`ê dest bi greva birsîbûnê kir.

Bi pêşengtiya HDP`ê û bi beşdariya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li 5 bajarên wek Amed, Riha, Wan, Colemêrg û Edeneyê bo piştgiriya ji greva birçîbûn a Hevseroka KCD`ê û Parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê gireva birçîbûnê ji duh va destpê bûye.

Li her 5 bajarên ku greva birçîbûnê hat destpêkirin, daxuyanî hat dayîn û têde hat gotin: “Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Heta tecrîd rabe wê çalakiyên me dewam bikin. Em jî ji bo piştevaniya Guven ji bo du rojan dikevin greva birçîbûnê.”

Parlimanterê Dîyarbekirê Amedê Dêrsim ku di vê grevê da pişkdar bûye ji nûçegihanan ra got: Daxwazên Leyla Guvenê di cî da û rewa ne. Têkoşîna ku wê destpê kirîye, têkoşîneke tam rewa ye û daxwazên Leyla Guvenê daxwazên me hemîyan in. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Em ê heta rakirina tecrîdê nerazîbûn û pêngavên xwe bidomînin.”