Mijdar 15, 2018 08:54 Asia/Tehran
  • Serokê Partîya Seadetê: Pêwîst e peywendîyên aborî û leşkerên yên Tirkîyê û Israyîlê bên qutkirinê

Serokê Partîya Seadet a Tirkîyê xwest ku peywendîyên aborî û leşkerên yên Tirkîyê û Israyîlê bên qutkirinê.

Li gorî rapora Rojnama Milli Gazeteyê, serokê Partîya Seadet a Tirkîyê, Temel Karamollaoğlu di civîneke çapemenîyê de bal kişand ser êrişên hewayî yên rêjîma Israyîlê ser Zîvala Gezzê û got: Israyîlê kuştina gelê Filistînê ji xwe ra kirîye adet.

Wî herwiha pêgirî kir. Heke Amerîka û welatên ewrûpî pişta Israyîlê negirin, Israyîl nawêre êrişên ser gelê Filistînê bidomîne.

Serokê Partîya Seadet a Tirkîyê herwiha got: Kiryar  ûêrişên Israyîlê ku binpêkirina mafên navnetewî, isûlên exlaqî, mafên mirovan û nirxên mirovî ne, nayên qebûlkirinê.

Hêzên Taybet ên Rêjîma Sîyonîst yekşemîyê şevê êrişî rojhilata Xanyunosê li başûra Gezzê kirin û di encamê de 2 fermandeyên Tabûrên Qessamê şehîd kirin. Bi dû vê cinayetê, balafirên cengê yên vê Rêjîmê piştgirî dan leşkerên vê Rêjîmê û rojhilata Xan Yunosê bombebaran kirin ku di encamê de hejmarek têkoşerên filistînî şehîd bûn. 

Hêzên berxwedêr ên filistînî di çend rojên buhurî da wekî berteka li hemberî êrişên Sîyonîstan ser Zîvala Gezzê, nêzî 500 mûşek û rokêt ji vê deverê va ber bi Erdên Dagirbûyî yên Filistînê va avêtin.