Mijdar 10, 2018 20:35 Asia/Tehran
  • 300 koçberên neqanûnî li Tirkiyê hatine girtin

Wezareta karên hundir yê Tirkiyê ragihand ku li hefteya bihurî 332 koçberên neqanûnî li vî welatî hatine girtin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Wezareta karên hundir yê Tirkiyê li daxûyaniya xwe ragihand ku hêzên vî welatî yên garda beravî li çend operasiyonan ji 2 hetanî 9 Mijdarê 332 koçberên neqanûnî girtine.

Hatiye ragihandin ku van koçberan dixwestine ji riya avên behra Ejê û behra reş herine Yûnan, Bolgaristan û welatên dine ewrûpî.

Operasiyona hêzên ewlehiya Tirkiyê dijî koçberên neqanûnî li seranserî vî welatî herwisa berdewam e.