Mijdar 10, 2018 20:24 Asia/Tehran
  • Rexneya Erdogan ji gotinên newekheve Seûdiyan li bara dosiya kuştina Xaşoqçî

Serokomarê Tirkîyê, Receb Teyîb Erdogan bilî rexneya ji gotinên newekhev ên karbidestên Seûdî li bara dosiya kuştina Xaşoqçî got: "Karbidestên Erebistanê hertim gotinên xwe li bara çawaniya kuştina Xaşoqçî ret dikin".

Li gor rapora IRIB Newsê,Serokomarê Tirkîyê, Receb Teyîb Erdogan got: "Adil El-Cubeyîr wezîrê karên derve yê Erebistanê pêştir gotibû ku Konsolê Erebistanê li Stanbûlê meytê Xaşoqçî daye kesekî xwecî lê niha ew vê gotina xwe ret dike".

Erdogan got: "Dozgerê giştî yê Erebistanê bona çêkirina manê û berbendan li ser riya lêkolîna ser çawaniya kuştina Xaşoqçî hatibû Tirkiyê".

Erdogîn herwiha got: "Me hîç belgeyek derbarê kuştina Qaşiqçî de tineye lê, agahî di destê me de hene. Ew 18 kesên hatine girtinê, dizanin ku kî fermana kuştinê daye û cenaze veguhestine kuderê. Me agahî dan ber destê Amerîka, Fransa, Alman û Ingilîsê. Divê Erebistana Seûdî gumanên derbarê vê dosîyê de zelal bike. Neku nikare xwe bi rehetî ji vê dosîyê xilas bike".

Cemal Xaşokci ku bi rexneyên xwe yên dijî desthilata Erebîstana Siudî dihat nasîn, di 2yê Cotmehê de ji bo karûbarên zewaca xwe ketibû Balyozxaneya Erebîstana Siudî ya li Stenbolê û piştî wê wenda bûbû.

Rejîma Siûdî  piştî 18 rojan ji ber zext û zora civaka navneteweyî neçar ma ku îtiraf bike ku Xaşoqcî di nav Konsolxanê de hatiye kuştin.

Li vê çarçovê de dozgeriya Siûdî bi weşandina daxuyaniyekê îtiraf kir ku Xaşoqcî piştî devûjeniya navbera wî û çend kesan û pevçûna fîzîkî li Konsolxana Erebistanê ya li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Berî vê yekê Rejîma Siûdî digot ku Xaşoqcî ji nav Konsolxanê derketiye.