Mijdar 10, 2018 18:41 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tirkîyê: Em ê Sûrîye û Iraqê ji PKK`ê paqij bikin

Serokomarê Tirkîyê, Receb Teyîb Erdogan got: Hin alîyan ji hêlekî va PKK komeke têrorîst dan nasandinê û ji alîyê din va jî bi wê komê ra hevkarîyê dikin. Em planên wan baş dizanin.

Serokomarê Tirkîyê, Receb Teyîb Erdogan ku berî seredana xwe ya Parîsê ya ji bo pişkdarîya li sedemîn salvegera kutabûna şerê cîhanî yê yekem li koma nûçegihahan diaxivî, bal kişand ser bûyera teqîna cebilxanê li Colemêrgê ku di encamê de 7 leşker hatin kuştinê û 25 jî birîndar bûn û got: Hin alî pişta PKK`ê digirin.

Erdogîn got: "Em ê hemî meqer û navendên vê komê li bakura Iraqê û hemî sitargeh û veşartgehên wê li Qendîl û Sincarê ji nav bibin".

Wî herwiha got: "Em niha li herêmê hin dîmenan dibînin ku ji gellek hêlan va Şerê Cîhanî yê Yekem tînin bîra mêriv. Mixabin hertim gelê mezlûm pêrgî dûhat û encamên van bûyerana dibin".

Erdogîn derheq demajoya lêkolîna di warê dosîya kuştina Cemal Qaşiqçî da jî got: "Me hîç belgeyek derbarê kuştina Qaşiqçî de tineye lê, agahî di destê me de hene. Ew 18 kesên hatine girtinê, dizanin ku kî fermana kuştinê daye û cenaze veguhestine kuderê. Me agahî dan ber destê Amerîka, Fransa, Alman û Ingilîsê. Divê Erebistana Seûdî gumanên derbarê vê dosîyê de zelal bike. Neku nikare xwe bi rehetî ji vê dosîyê xilas bike".