Mijdar 10, 2018 18:04 Asia/Tehran
  • Erdogan:

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihand ku di encama teqîna li baregeheke leşkerî ya li navçeya Şemzînanê de 7 leşker hatiner kuştin û 25 ji wan jî birîndar bûne.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan berî serdana xwe ya bo Fransayê li balafirgehê axivî û eşkere kir ku di encama teqîna li navçeya Şemzînan a ser bi Colemêrgê de 7 leşker hatiner kuştin û 25 ji wan jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê şeva buhurî di daxûyanîyekê da ragihand ku li baregeheke li gundê Rûbarokê ser bi navçeya Şemzînanê, cebilxaneyeke xerabe teqiyaye û di encama teqînê de 25 leşker birîndar bûne û 7 leşker jî winda ne û xebatên lêgerîna leşkeran berdewam in.