Mijdar 09, 2018 19:29 Asia/Tehran
  •  Dayîna hikmê girtina zêde ji 100 eskerên tirk bi tawana hevkariya bi koma Gulen re

Dozgeriya Tirkiyê hikmê girtina 103 eskerên vî welatî bi tawana hevkariya bi tevgera Gulen û darbeya eskerî ya bêencam a 15 Tîrmeha 2016`an da.

 Li gorî rapora  Anadolu News`ê, dozgeriya Tirkiyê îro îniyê li daxûyaniyekê raghand ku li nava  van kesana  hikmê girtina  çend serhengên artêşa vî  welatî jî tê dîtin.

 Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an  dizane,  lê Gulen  bi xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.

 Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an  zêde ji 50 hezar kes heya niha  bi tawana peywendiya bi cmaeta Gulen re li Tirkiyê hatine  girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî  ji kar û şuxilên dewletî  li vî welatî hatine derxistin.

Li encama vê darbeya bêencam 249 kes hatine kuştin û 193 kes jî birîndar bûne.