Gireve birçîbûnê ya nûnera HDP li zindanê
Mijdar 09, 2018 17:05 Asia/Tehran
Leyla Guven nûnera zindanî ya Partiya Demokratîka Gelan(HDP) li parlemana vî welatî ket greva birçîbûnê.
Li gorî rapora IRIB News`ê, ji Enqerê, Leyla Guven ji ber rexnekirina operasyona eskerî ya Tirkiyê li navça Efrîna Sûriyê ketiye zindanê û li dadgehê hazir nebûye.
Wê di berevanînama xwe ya herî dawiyê de raghand ku heya zelalbûna rewşa dosiya xwe dê gireva birçîbûnê bidomîne.
Hikmê azadiya Leyla Guven nûnera HDP li parelaman Tirkiyê hatiye dayîn lê ji ber nerazîbûna dozgeriyê, hela di zindanê de ye.