Mijdar 09, 2018 15:36 Asia/Tehran
  • CHP:

Parlamenterê CHPê Unal Çevîkoz îdia kir ku agahî hene Tirkiye li Efrînê jibilî Rûsyayê li gel PYDê jî kar dike.

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û balyozê berê Unal Çevîkoz li parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û di derbarê rewşa Sûriyê, herêmên kurdî yên  Sûriyê û helwêsta Amerîkayê de axivî. Çevîkoz got: Em pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê girîng dibînin. Xuya ye ku Amerîka cudahiyekê dixe navbera PKK û YPGê û biryara di derbarê serkirdeyên PKKê de jî vê yekê nîşan dide. Em vê helwêsta Amerîkayê rast nabînin, lêbelê divê Tirkiye jî cudahiyekê bixe navbera PYD û YPGê. Ji ber ku PYD rêxistineke siyasî ye û YPG jî baskê wê yê çekdarî ye. Herçiqas Tirkiye YPG weke rêxistineke terorî pênase bike jî agahî digihijin me ku li Efrînê jibilî Rûsyayê li gel PYDê jî kar dike.”

Parlamenterê CHPê axaftina xwe wiha domand: “Li Rûsyayê nûnertiya PYDê heye, lê Tirkiye tenê Amerîkayê rexne dike ku pêwendiyên wê ligel PYDê hene. Eva ne nêzîkahiyeke rast e. Divê rexneyên li Amerîkayê tên kirin li Rûsyayê jî bên kirin.”