Mijdar 08, 2018 19:43 Asia/Tehran
  • PKK: Biryara Amerîka bi temamî siyasî û îdeolojîk e

PKKê nerazîbûna xwe li dijî biryara Amerîka ya danîna xelatê bo girtin yan jî zanîna cihê sê rayedarên xwe nîşan da û ragihand, ew biryar bi temamî biryareke siyasî û îdeolojîk e.

Wezareta Derve ya Amerîka pêr ragihandibû ku wan ji bona girtin yan jî zanîna cihê sê rayedarên PKKê (Cemîl Bayik, Murad Karayilan û Duran Kalkan) 12 milyon dolar xelat destnîşan kirine.

Li ser vê mijarê, PKKê di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe li hember vê yekê nîşan da û ragihand, ew biryara Amerîka ti bingeheka wê ya exlaqî û wîjdanî û hiqûqî nîne ji ber ku bi temamî siyasî û îdeolojîk e. Amerîka çi bike nikare bi gelên Amerîka bide qebûlkirin ku rayedarên PKKê terorîst in ji ber wê jî ev biryar, tenê bo bidestxistina destkeftên aborî ye.

Di daxuyaniya PKKê de behsa girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî hatiye kirin û hatiye gotin, ew biryara Amerîka berdewamiya komploya li djiî Ocalan û bizava rizgariya gelê kurd e.

PKKê bang li gelê kurd û tevahiya hêzên demokrasîxwaz kiriye li dijî wê biryara Amerîka nerazîbûn nîşan bidin û vê yekê li her derî bicîh bînin.