Mijdar 08, 2018 18:59 Asia/Tehran
  • Piştgiriya partiyên Tirkiyê ji Îranê li hemberî boykotên Amerîkayê

Serokê partiya Seadetê ya Tirkiyê Temel Karamollaoğlu got: Tirkiye wekî welatekî îslamî divê li ber biryara yekalî ya Amerîkayê li warê vegerandina boykotan li dij Îranê bê deng nemîne.

Li gor rapora nûçegihanê Tesnîmê, Temel Karamollaoğlu duh di nav parlemanterên Tirkiyê rexne li boykotên yekalî yên Amerîkayê li dij Îranê girt û got: Ev boykotana neqanûnî ne û Amerîka divê dawiyê bide van kiryar û siyasetên xwe yên zorbêjiyê li cîhanê .

Serokê partiya Seadetê herwiha desnîşan kir ku divê partiya serdest a AKPê li ber van kiryarên yekalîxwazî û zorbêjiyê yên Amerîkayê bê deng nemîne û bertekeke cidî nîşan bide û divê îznê nede wî welatî ku ji wî alî dunyayê were û hejmonî û pargala ku li Rojhilata Navîn de heye tevlî hev bike û derheq qedera gelên navçê biryarê bide.

Piştî ku Amerîkayê li duşemê 4 Mijdarê ragihand ku dewra nû ya boykotên li dij Îranê daye despêkirin gelek ji welatên cîhanê ji wan Tirkiyê ev boykotaa neqanûn û yekalî dan zanînê û diyarkirin ku neçar nîn wan boykotan bikar bînin.