Mîrê Qeterê sibe diçe Tirkiyê
Mijdar 08, 2018 18:35 Asia/Tehran
Serokkomarê Tirkiyê îro pêncşemiyê raghand ku Temîm Bin Hemd Bin Alê Sanî, mîrê Qeterê sibê dê tev Receb Teyib Edogan serokkomarê Tirkiyê hevdîtinê pêk bîne.
Li gorî rapora ISNA`yê, li daxûyaniya nivîsgeha serokkomarê Tirkiyê hatiye ku serok dê sibê li Tirkiyê peywedniyên dualî û meselên navçeyî hilkolin.
Li gorî rapora Reuters`ê, Temîm Bin Hemed Alê Sanî pêştir gotibû qeyrana welatên ereb ên derdora kendava Farsê derfetên nû bo welatê wî pêk anîne û guhertineke dîrokî li jiyana civaka Qeterê pêk aniye.