Mijdar 08, 2018 10:03 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê bi saya bêdengiya Amerîkayê bombebarankirina  gundên Kobanê berdewam dike

Nûçegihanên ANHAyê ji herêmê ragihandin, leşkerên artêşa Tirkiyê ên li ser sînor gundên Silipkiran û Çarixlî ên dikevin rohilatê Kobanê gulebaran dikin.

Nûçegihanên ANHAyê ji herêmê ragihandin, leşkerên artêşa Tirkiyê a dagirker ên li ser sînor bi saya bêdengiya Amerîkayê ku xwe hevpeymanê kurdên Sûriyê dide nasandinê, gundên Silipkiran û Çarixlî ên dikevin rohilatê Kobanê gulebaran dikin û kuştina xelkê sivîl û hêzên çekdar ji wan re ti ferqa xwe tine.

Welatiyekî Kurd li Kobanî dibêje, ji ber gef û êrîşên Tirkiyê kirîn û firotina erd û xaniyan nemaye, welatiyekî din ku di warê avakirina xaniyan de kar dike, dibêje li Kobanî gelek avakirin çêbûye û gelek welatiyên Ereb ji derdora Kobanî dihatin nav bajar daku karê destan bikin, lê belê ji dema despêbûna êrişên artêşa Tirkiyê ser vî bajarî û gundên wê û kuştin û birîndarkirina xelkê sivîl êdî ti kar û xebateke avakirinê nemaye.

Di şerê dijî DAIŞê de ji sedî 30ê Kobanî bi temamî wêran bû û ji sedî 50ê xaniyan zirar dîtibûn, lê niha tevî ku beşek ji deverên wêrankirî bi armanca çêkirina muzexaneyekê weke xwe mane, lê ji sedî sed hatiye avakirin ku piraniya kelûpelên lêkirinê ji berhemên xwecihî yan jî jiHerêma Kurdistana Iraqê tên peydakirin.

Amerîka ku ji bo armancên xwe pişt kurdên Sûriyê digirt, niha ku ew armanc bi dest xistine dest ji piştgirîdayîna wan ber daye û li hemberî desdirêjî û êrişên artêşa Tirkiyê ser wan xwe bê deng kiriye û tê gotin ku heta îzna van êrişan jî daye Tirkiyê.