Mijdar 07, 2018 18:41 Asia/Tehran
  • Tirkîye: Boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê bêencam in

Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê pêgirî kir: Sepandina boykotên Amerîkayê li dijî Îranê ji ber hevrênebûna hin welatan digel Amerîkayê bêencam e.

Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê, Ibrahîm Kalin boykotên nedadperwerane yên Amerîkayê yên li dijî Îranê sîyasî û bêencam zanîn û got: Dema Amerîka bi awayekî neqanûnî welatekî boykot dike, Tirkîye nikare çavê xwe ser berjewendîyên Enqerê da girêde.

Wî pêgirî kir: Raporên Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) nîşan didin ku Îran pêbendî Rêketinama Atomî ye û enerjîya navokî tenê di çarçova armancên biaştî da bi kar tîne.

Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê bi gotina vê yekê ku Rêjîma Sîyonîst, Imarat, Erebistan û hin welatên din roleke girîng di sepandina boykotên Amerîkayê li dijî Îranê de hebûn, dîyar kir ku ew kiryar bi heceta girtina pêşîya hejmonîya Îranê li Rojhilata Navîn nagihêjin encamê û dê bibin sedema zîyan û xisarê ji bo ticareta cîhanê û hevsengîya herêmî.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawûşoxlu jî piştî hevdîtina digel serokwezîrê Japonyayê li Tokyoyê destnîşan kir ku peydakirina çavkaniyên enêrjiyê ji billî yên Îranê ji bo Tikriyê dijwar e û nabe ku em zextên Amerîkayê bipejirînin û daxwazên Waşîngtonê ji bo rawestandina hevkariya digel Îranê cih bînin.

Receb Teyîb Erdoxanê serokomarê Tirkiyê jî got: Boykotên Amerîkayê li dijî Îranê berjewendiyên Empiryalîsmê dabîn dikin û pergala cîhanî tevlihev dikin û bi nêrîna Enqerê kiryarên viha bi mebesta jinavbirina hevsengiya hêzên li cîhanê pêk tên.

Erdoxîn pêştir derbarê boykotên Amerîkayê li dijî Îranê jî gotibû: Nabe çaverêtî hebe ku hemî welat boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê cih bînin û dewleta Tirkiyê jî helwêstên xwe bi aşkiratî ragihandine.