30 meh cezaya zîndanê dan parlimanterekî HDP`ê
Dadgeha Cezayên Giran a Tirkîyê bi hegera propaganda ji bo komeke têrorîst, cezaya 30 mehên zîndanê da nunerê şarê Gazîentabê û parlimanterê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) a Tirkîyê, Mehmûd Tugrul.
Li gorî rapora Rojnama Milliyetê, Çiqa Duyem a Dadgeha Cezayên Giran a Tirkîyê di dawîya civîna şopandina dosîya tawanên Mehmûd Tugrul, nunerê şarê Gazîentabê û parlimanterê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) bi hegera propaganda ji bo komeke têrorîst, cezaya 30 mehên zîndanê ji bo wî kivş kir.
Ji hêla din ve parlamentera HDP`ê Leyla Guven ji ber ku qebûl nekir kelepçeyê bixin destê wê, ew nebirin dadgehê û herwiha wê bi armanca protestokirina tecrîda li ser girtiyên siyasî ket greva birçîbûnê.
Niha bilî hevserokên berê yên HDP`ê, Selahedîn Demirtaş û Fîgen Yûksekdagê, nêzî 6 hezar endamên HDP di zîndanên Tirkîyê da ne.