Mijdar 07, 2018 16:24 Asia/Tehran
  • Pêşwazîya Tirkîyê ji biryara Amerîkayê ya derbarê serokên PKK`ê de

Dewleta Tirkîyê biryara Amerîkayê ya kivşkirina xelatê diravî ji bo raberkirina lêzanînan derheq cihê xweveşartina sê serokên PKK`ê erênî wesif kir û ji vê yekê pêşwazî kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê, Hamî Aksoy di vî warî da got: Em çavlirê ne ku Waşîngton di çarçova têkoşîna li hemberî PKK`ê û komên ser bi wê li Sûrîye û Iraqê da, pêngavên piratîkî yên zêdetir rake.

Berdevkê serokomartîya Tirkîyê, Ibrahîm Kalin jî biryara Amerîkayê derheq serokên PKK`ê biryareke derengmayî bi nav kir û got: Em bi awayekî baldar ji vê biryarê pêşwazîyê dikin. Îbrahîm Kalin got: Amerîka bi vê biryara xwe YPG û PKK`ê ji hev cuda dike. Lê nikare Tirkiyê bixapîne. Ger armanca Amerîkayê veşartina pêwendiyên YPG û PKKê be, dê rast di nava 3 rojan de eşkere bibe.

Wezreta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo wergirtina zanyariyên di derbarê cihê xweveşartina 3 rêveberên PKK`ê de 12 milyon Dolar xelat diyar kir.

Cigîrê Şewirmendê Wezreta Karên Derve yê Amerîkayê Matthew Palmer di dema serdana xwe ya Enqerê de ragihand, ew kêfxweş e welatê wî berpirsên PKK`ê kirine armanc û ji bo wergiritina zanyariyên di derbarê cihê wan de 5 milyon Dolar xelat ji bo Fermandarê Çiqa Leşkerî ya PKK`ê Murat Karayilanî, Ji bo Hevserokê Konseya Rêvebir a PKK`ê Cemîl Bayikî 4 milyon Dolar û ji bo endamê Desteya Rêveber a PKK`ê Duran Kalkanî jî 3 miyon Dolar xelat diyar kiriye.

Lê biryara niha ya Amerîkayê di demek wisa de hat ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê de YPG bûye sedema nakokiyeke dijwar. Hikûemata Tirkiyeyê YPGê wekî baskeke PKK`ê dide naskirinê û daxwaza jinavbirina wê dike Lê, Amerîka li ser vê meseleyê wekî Tirkiyê nahizire û YPG`ê û PKK`ê wekî 2 rêxistinên cuda pênase dike. Li gor Amerîkayê YPG di şerê dijî DAÎŞ`ê de hêza xwe îspat kiriye û hevpeymaneke wan a girîng e. Wezreta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya herî dawîyê de jî tekez kiribû, dê pêwendiyên wan ên bi YPG`ê re bidomin.