Mijdar 07, 2018 10:51 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li ser hewcetiya Enqere û Tokyoyê bo enêrjiya Îranê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got ku ev welata nikare kirrîna enêrjiyê ji Îranê rawestîne.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawûşoxlû piştî hevdîtina bi serokwezîrê Japonyayê ra li Tokyoyê destnîşan kir ku peydakirina çavkaniyên Enêrjiyê ji billî Îranê ji bo Tikriyê dijwar e û nabe ku em zextên Amerîkayê bipejirînin û daxwazên wan ji bo rawestandina hevkariya digel Îranê cih bînin.

Çawûşoxlû tevî ku kiryarên Azmerîkayê ji bo tenêhiştin û tecrîda Îranê bê encam û helbet metirsîdar da zanîn got: Her encama boykotan ku hebe, Enqere wê yekê napejirîne.

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê jî roja buhurî tevî şermezarkirina boykotên Amerîkayê dijî Îranê got ku welatê wî dê nema wan cih bîne.

Gellek ji welatên cîhanê ji wan Çîn, Rûsiye û Tirkiyê tevî dijayetiya digel biryar serokomarê Amerîkayê ragihandine ku daxwaza Donald Trump naşopînin.

Dijayetiya civata cîhanî digel boykotên dijî Îranê û zêdebûna bihayê niftê bû sebeb ku Amerîka heşt mişteriyên mezin ên nifta Îranê yanî Çîn, Hind, Îtalya, taywan, Japonya, Tirkiye û Koreya Başûr ji boykotên niftî yên dijî Îranê miaf bike.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Duşemiyê, 5ê Mijdara 2018an, navê 700 kes, kompanî, bank, firoke û gemiyên îranî li lîsteya xwe ya boykotan zêde kir.

Serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi derketina ji Lihevkirina Atomî, careka din boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê vegerandin û gef xwar ku her welatekî ku kirrîna petrola Îranê bidomîne, dê were boykotkirin. Amerîkayê heta 4ê Mijdarê derfet dabû mişteriyên petrola Îranê ku asta kirrîna petrola Îranê bigihînin sifir.