Mijdar 06, 2018 17:28 Asia/Tehran
  • Tekîda Erdoxên ser bêsoziya Enqerê derheqê boykotên Amerîkayê li dijî Îranê

Serokomarê Tirkiyê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku boykotên Amerîklayê li dijî Îranê nayên pejirandin, li ser dijayetiya Enqerê li warê cihanîna van boykotan pêgirî kir.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê got: Boykotên Amerîkayê li dijî Îranê berjewendiyên Empiryalîsmê dabîn dikin û pergala cîhanî tevlihev dikin û bi nêrîna Enqerê kiryarên viha bi mebesta jinavbirina hevsengiya hêzên li cîhanê pêk tên.

Erdoxên pêştir derbarê boykotên Amerîkayê li dijî Îranê gotibû: Nabe çaverêtî hebe ku hemî welat boykotên yekalî yên Azmerîkayê li dijî Îranê cih bînin û dewleta Tirkiyê jî helwêstên xwe bi aşkiratî ragihandin.

Serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi derketina ji Lihevkirina Atomî, careka din boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê vegerandin û gef xwar ku her welatekî ku kirrîna petrola Îranê bidomîne, dê were boykotkirin. Amerîkayê heta 4ê Mijdarê derfet dabû mişteriyên petrola Îranê ku asta kirrîna petrola Îranê bigihînin sifir.

Ev boykot di du dewreyên 90 û 180 rojî vedigeriyan. Dora yeke ji roja 7ê Tebaxa 2018an va cih hatin. Dora duyem jî roja Duşemiyê, 5ê Mijdarê hatin sepandin.

Ev di rewşekê da ye ku gellek ji welatên cîhanê ji wan çîn, Hind, Rsûiye û Tirkiyê li dijî biryara serokoamrê Amerîkayê derketin û ragijhandin ku daxwaza Donald Trumpê cih naynin.

Dijayetiya civaka cîhanî digel boykotkirina Îranê û zêdebûna bihayê niftê bû sebeb ku Amerîka heşt bikirrên mezin ên nifta îranê ji wan Çîn, Hind, Yûnan, Îtalya, Japonya, Tirkiye p Koreya Bakur nexe bokotên xwe.