Cotmeh 20, 2018 15:49 Asia/Tehran
  • Zêdebûna hejmara çekdarên Tirkiyê li axa Herêma Kurdistana Iraqê

Fermandarekî PKKê ragihand ku hejmara çekdarên Tirkiyê li navçeya Sîdekanê li Herêma Kurdistana Iraqê zêde bûye û qaîm meqamê vê navçeyê jî destnîşan kir ku renge pevçûneka tund navbera çekdarên Tirkiyê û hêzên PKKê biqewime.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Fermandarekî PKKê ku nexwest navê wî were birinê, li hevpeyivîna bi kanala KNNê ra ragihand ku di rojên dawî da hejmara çekdarên Tirkiyê li axa Herêma Kurdistana Iraqê bi taybet li navçeya Sîdekanê ya ser bi Hewlêrê gellek zêde bûye.

Wî herr wiha got ku Tirkiye hewil dide hêzên xwe veguhezîne çiyayê Zeran û Kem Korayê li 7 kîlomitriya navenda Sîdekanê û bi vê mebestê di du rojên dawî da li navçeya Biradostê  pêş da çûye û li ser Çemê Şapanê li vê navçeyê jî pireka leşkerî ji bo cîbicîkirina hêzên xwe çêkiriye.

Ji aliyê din va Ishan Çelepî qaîm meqamê navçeya Sîdekanê jî li hevpeyivîna bi radyo Kurdî ya Newayê, tevî piştrastkirina nûçeya zêdebûna hejmara çekarên Tirkiyê ragihand ku bi zêdebûna hejmara van çekdaran li navçeyê û guhertina rewşa keşûhewayê, renge pevçûneka giran navbera wan û hêêzn PKKê biqewime.

Wî her wiha got ku van pevçûnan rewşa jiyana rûniştiyên van navçeyan dijwar kiriye û ji ber êrîşên Tirkiyê jî gellek xisar û ziyan li mal û zeviyên wan û binavahiyên navçeyê ketine.

Artêşa Tirkiyê ku ji salên pêş û bi mehneya şerê dijî PKKê baregehên leşkerî û sîxoriyê li Herêma Kurdistana Iraqê ava kirine, ji meha Adara îsal va ketiye kûrahiya 30 Kîlomitriya axa Herêma Kurdistana Iraqê û hejmara baregehêîn xwe zêde kiirne û her rojê şer û pevçûnên giran navbera çekdarên Tirkiyê û hêzên PKKê diqewimin û hevdem êrîşên esmanî û topxaneyî yên Tirkiyê li ser mal û milkên xelkê li Herêma Kurdistana Iraqê ku di encamê da bi dehan welatiypên sivîl ên herêmê hatine kuştin û birîndar bûne, jî didomin.