Cotmeh 19, 2018 18:45 Asia/Tehran
  • Wêneyên nû yên gumanbarên kuştina Xaşoqçî hatin weşandin

Rojnama tirkiyeyî ya Sabah`ê, roja îniyê hin wêneyên nû ji tîmeka Siûdî ku bi kuştina Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnegir ê siyasetên Rejîma Alê Siûd li nav konsûlxaneya Erebistanê li Stenbolê re gumanbar in, weşand.

Li gorî rapora roja îniyê ya Ajansa nûçeyan a Fars`ê rojnama tirkiyeyî ya SABAH`ê nivîsî: Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê endamên tîmeka siûdî şopandine ku wêneyên bi dest ketine nîşan didin ev kes ku ji roja yekê Cotmeha 2018`an ve derbasî konsûlxana Erebistanê ya li Stenbolê bibûn, duh ji balafirgeha Stenbolê ve çûne Riyazê.

Ev rojnameya nivîsî: Du endamên gumanbarê kuştina Qaşiqçî ji tîma siûdî ser navên Mensûr Ebû Hisên û Nayif El Erîfî, li yekê Cotmeha 2018`an saet 16:14 bi balafira taybet û sê kesên din ên ser navê Mihemed El Husawî, Xalid El Hetabî û Meşel El Bustanî, li 2`ê Cotmehê saet 1:52 deqîqan derbasî balafirgeha Ataturkê ya li bajarê Stenbol a Tirkiyê bibûn.

Her di vî warî de duh jî rojnama SABAH a Tirkiyê hin wêne ji efserê Siûdî yê ser navê Mahir Ebdulezîz Mutrib ku hin çavkaniyên nûçeyan wî gumanbarê sereke yê kuştina Xaşiqçî didine zanîn, weşandibû.

Cemal Xaşiqçî, roja sêşemiyê 2`ê Cotmehê, piştî çû konsûlxana Erebistanê ya li Stenbolê, bêserûşûn bû.

Navê wî di lîsteya kesên girtî û li bin şopandinê yên rejîma Alê Siûd da bû û ev ji tirsa ku were girtin, derveyî Erebistanê jiyan dikir.