Ayhan Bîlgen: Diqewime ku Demirtaş were berdan
Wekîlê Serokê Fraksyona HDP`ê li Parlamentoya Tirkiyê, Ayhan Bîlgen ragihand, diqewime ku berî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Demîrtaş were azadkirin.
Ayhan Bîlgen li koma nûçegihanan li ser rewşa Demirtaş axivî û da zanîn ku ew li benda Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne, daku derarê Demirtaş de biryara xwe bide.
Bîlgen diyar kir, diqewime ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derbarê hevserokê berê yê partiya wan Selahattin Demirtaş de biryara azadkirinê bide û got: “Lewra diqewime berî biryara wê dadgehê, li Tirkîyê biryara azadkirinê were dayînê.”
Bîlgen destnîşan kir, renge rayedarên hikûmeta Tirkiyê berî ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derkeve, fikra azadkirina Demirtaş bikin û da xûyakirin: “Derbarê girtinê de em li bendê ne Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke erênî bide. Lewra berî wê dadgehê diqewime ku hikûmet fikra berdana Demirtaş bike.”
Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş di 4`ê Mijdara sala 2016`ê de hatibû girtin û 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê jê re hatibû dayîn. Demirtaş niha li zîndana Silivrî ya Edirneyê girtî ye.