Cotmeh 19, 2018 15:27 Asia/Tehran
  • Armanca HDP`ê li hilbijartinên şaredarîyan: Istandina 94 şaredarîyan ji sergêrên AKP`ê

Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) a Tirkîyê hewil dide di hilbijartinên şaredarîyên vî welatî de ku wê di 31`ê Adara 2019`ê de bên lidarxistin, tevî derxistina 94 şaredarîyên xwe ji destê sergêrên (qeyûm) AKP`ê, hejmara şaredarîyên xwe ji 102`yê bigihîne 150 şaredarîyan.

Li gorî rapora malpera Rojnama Cumhuriyetê, HDP`ê ku van rojana xwe ji bo hilbijartinên şaredarîyên Tirkîyê ku wê di 31`ê Adara 2019`ê de bên lidarxistin hazir dike, armanc û planên xwe ragihandin ku bidestxistina dubare ya wan 94 şaredarîyan e ku hikûmeta AKP bi girtin û wêdedayîna şaredarên bijartîyê gel ji hêla xwe va sergêr ji bo wan danîne.

HDP`ê ku di hilbijartinên şaredarîyan ên sala 2014`an de karî bû 102 şaredarîyan bi dest bixe, ji 2 salan berî niha ve li gorî plana nû ya dewletê ya li dijî vê partîyê ser navê ``kivşkirina sergêran ji bo şaredarîyan bi hecetên curbicur ên piştgirîya wan şaredarîyana ji PKK`ê, 94 şaredarîyên xwe di vê çarçovê de ji dest dane. Niha HDP`ê hewil dide wan 94 şaredarîyana ku AKP bi kivşkirina sergêran ji destê HDP`ê derxistine careka din bi dest bixe û herwiha hejmara şaredarîyên xwe ji 102`yê bigihîne 150`yan.

HDP`ê herwiha ji bo rojavaya Tirkîyê istiratêjîya pêkanîna hevalbendî û hevkarîyê girtîye ber xwe. Di rastîyê de HDP`ê ji bo astengkirina hevalbendîya AKP-MHP`ê pêşnîyara pêkanîna hevalbendîyê digel partîyên opozosyonê li bazineyê hilbijartinan ên rojavaya Tirkîyê raber kirîye. Ser vî esasî di hilbijartinên şaredarîyan li hin bajar û bazineyan de ihtimala hevalbendîya HDP û CHP gellek zêde ye.