Cotmeh 19, 2018 08:30 Asia/Tehran
  • Tirkîye: Bronsun bêsûc nehat zanînê

Wezîrê Dadwerîyê yê Tirkîyê got: Keşîîşê amerîkî Androw Bronsun bêsûc nehat zanînê.

Evdilhemîd Gul Wezîrê Dadwerîya Tirkîyê li hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Anadoluyê got: Niha hejmareke zêde ya têrorîstên Koma Gulen, DAIŞ û PKK`ê di zîndanan de ne. Dezgeha Dadwerîya Tirkîyê kesên mehkûm cezayê didê û kesên hêjayî bêsûcbûnê, beraet û azad dike.

Wî derbarê bûyera wendabûna Cemal Xaşiqçî de jî got: Dozgerî lêkolînên giştalî li gorî pergala hiqûqê ya Tirkîyê û hiqûqa navnetewî didomîne. Erdoganê serokomarê jî fermaneke teqil daye ku dosîya Xaşiqçî bê zelalkiriên. Isûlên Konvansîyona Vîyenê hene.

Avahîya konsulxanê ne navendeke asayî ye. Ji ber vê yekê dozger nikare her dema bixwaze derbasî wê bibe û lêkolînê bike, ji ber ku divê ew dewleta îznê bide. Muzakirên idarî digel Erebistanê ji bo şopandina vê dosîyê ji hêla dadwerîyê ve didomin.

Evdilhemîd Gul Wezîrê Dadwerîyê yê Tirkîyê herwiha got: Hikmê dadgehê derbarê Androw Bronsun keşîşê amerîkî de cihê nîqaşê ye. Amerîkayê berovajî demajoya hiqûqî hin angaşt hilêxistin. Dezgeha Dadwerîya di bin zextê yan fermaneke taybet da hikman nade. Dadgehê derbarê Bronsun de hikmê kontrola dadwerîyê û qedexeya derketina ji Tirkîyê ibtal nekir. Lê hikmê beraeta wî neda û hikmê cezayê dayê.

Wezîrê Dadwerîyê yê Tirkîyê herwiha got: Boykotkirina wezîrên tirkîyeyî bi destê Amerîkayê, ne girîng e. Em di halê hilkolandina rêyên alternatîv ji bo cezaya îdamê ne. Niha 1161 endamên DAIŞ`ê, 32 hezar endamên koma têrorîst a Gulen û 10 hezar endamên koma têrorîst a PKK`ê di hepsê de ne.