Cotmeh 18, 2018 16:04 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Karê Enqerê di çarçova dosiya Xaçoqcî de li gor qanûnên navneteweyî ye

Wezîrê dadweriya Tirkiyê got: Heke tawanbariyên derheq mesela bêserûşûnbûna Xaşoqcî îsbat bibin, em ê li go qanûnên navneteweyî lê nêzîk bibin.

Televîziyona Al-Mayadeen a Libnanê ragihand ku wezîrê dadweriya Tirkiyê Ebdulhemîd Gul got: Lêkolînên derheq dosiya rojnamevan û nivîskarê nirxankarê Rejîma Alê Siûd, Cemal Xaşoqcî bi hûrî û kûrî ji her babetekê ve û li demeke kurt tê şopandin û divê ev lêkolîn veşartî werin ragirtin.

Wezîrê dadweriya Tirkiyê got: Hedefa van lêkolînan agahdarkirina raya giştî ya navxwe û navneteweyî li bara mesela Xaşoqcî ye. Wî got ku lêkolînên ser Xaşoqcî dest xwe piştî windabûna wî despêkirin.

Xaşoqcî roja 2 Cotmehê ji bo karê xwe yê şexsî çû konsolxana Erebistanê li Stenbolê û piştî wê bê ser û şûn bû û rayedarên tirk gotin ku ew hatiye kuştin.

Hin çavkaniyan gotine ku Amerîka û Tirkiyê nerasterast ji Erebistanê daxwaza bertêleke giran kirine da ku rastiya li bara Xaçoqcî veşêrin.