Cotmeh 18, 2018 14:55 Asia/Tehran
  • Rûsya: Bila Tirkiye Lihevkirina ser Idlibê cih bîne

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zakharova di civîna çapemeniya ya heftane de ragihand: Rûsya ji Tirkiyê dixwaze bila lihevkirina ser Idlibê ya pêkanîna devera bê çek û çekdar li parêzgeha Idlibê ya bakura rojavaya Sûriyê ji bîr neke û wê cih bîne.

Li gor rapora IRNA, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zakharova di civîna çapemeniya ya duh de ragihand: Rûsya  hêvîdar e Tirkiyê bikare babetên diyarbûyî li lihevkirina ser Idlibê ya pêkanîna devera bê çek û çekdar li parêzgeha Idlibê ya bakura rojavaya Sûriyê cih bîne û rê ji bo serêxwegirtina gişt babetên ku serokomarên du welatan li ser axivtin û li hev kirin ve bibe.

Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin û serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li 17 Îlona îsal li bajar Sûçiya Rûsyayê li ser parêzgeha Idlibê ya bakura rojavaya Sûriyê û rawestandina şêr û çend babetên din ser vî bajarî li hev kirin û biryar hat dayîn ku heya 15 Cotmehê dever ta 15 heya 20 kîlometran sînorê navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên dijberê vê dewletê ji çek û çekdaran û teqemeniyê were valakirin û rayedarên tirk û rûs ser vê meselê çavdêriyê bikin.

Komên çekdar û terorîst li van du salên dawiyê li deverên curbicur ên Sûriyê ji hêzên artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê derbên giran xwarin û têkçûn, loma gelek ji wan û malbatên wan şandin parêzgeha Idlib ku Tirkiyê piştgiriya wan dike. Artêşa Sûriyê li dawiyê biryar da ku parêzgeha Idliobê jî ji wan terorîst û çekdaran paqij bike, lê belê Tirkiye bi mihaneya parastina sivîla hewldide ku çekdar û terorîstên hanê biparêze.