Cotmeh 18, 2018 14:18 Asia/Tehran
  • Raportera Parlamentoya Ewropayê serdana malbata Demirtaş kir

Raportera Parlamentoya Ewropa ya li bara karûbarên Tirkiyê Kati Piri, li Amedê serdana Başak Demîrtaşa hevjîna Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û parêzerê wî, Mahsunî Karaman kir

Raportera Parlamentoya Ewropayê ya li bara Tirkiyê Kati Piri, li Amedê serdana Başak Demîrtaşa hevjîna Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş kir ku niha girtî ye. Kati Pirî, ragihand ku dê ji bo azadkirina Demirtaş bikevin tevgerê.

Raportera Parlamentoya Ewropa ya li bara Tirkiyê  û şanda ligel di çarçoveya amadekirina rapora Tirkiyê ya 2018an de hatin bajarê Amedê  û serdana Başak Demirtaş  hevjîna Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş kirin. Pirî, ji aliyê Başak Demirtaş û Parêzerê Demirtaş, Mahsunî Karaman ve hat pêşwazîkirin.

Başak Demirtaş tîşortek diyarî da Pirî ku wêneyê hesp li ser e û Demîrtaş li girtîgehê çêkiriye. Pişt re herdukan li ser hesabên xwe yên medya civakî ew wêne belav kirin ku tîşortên Piri û Demirtaş yek reng in.

Derbarê serdanê de Kati Piri li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û got: "Pêşwaziyeke germ li mala Başak Demirtaş. Me civîneke baş pêk anî ku malbat û parêzer jî amade bûn. Parlamentoya Ewropayê, dê ji bo azadkirina Demirtaş hewl bide ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke bilez bide."

Başak Demirtaş jî li ser hesabê xwe wiha nivîsiye: "Ez bi serdana rêzdar Raportera Yekîtiya Ewropayê Kati Piri kêfxweş bûm. Hêvîdar im Tirkiye di pêvajoya Yekîtiya Ewropayê de berê xwe biguhere û ber bi demokratîkbûnê ve biçe û azadî û mafê mirovan hebe. Herwiha hêvîdar im di demeke nêzîk de siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen û xwendekarên bê tawan hatine girtin bigihin azadiya xwe."