Cotmeh 18, 2018 12:03 Asia/Tehran
  • Amerîkayê hêzek di navbera HSDê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve bicîh kir

Amerîkayê hêzek di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê û çekdar û grubên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve bicîh kir.

Malpera RT a rûsî çend wêneyek wê hêzê belav kirin ku bi dirêjayiya 50 kîlometreyan di navbera çemê Sacurê li bakûrê rojhilatê Minbîcê ya bakûrê Sûriyê û deriye Ewn de bicîh kir.

HSD hêzeke leşkerî ye piraniya endamên wê ji Hêzên Parastina Gel yên kurdên Sûriyê pêk tê û bi piştevaniya Amerîkayê û  Hevpeymaniya qaşo li dij DAIŞê ya bi serkêşiya vî welatî li Sûriyê li dijî DAIŞê şer dike û hikûmeta Tirkiyê dibêje ku ev hêza ser bi PKKê ye loma li dijî wê ye û bi Amerîkayê re li hev kirine ku bila HSDê li Minbicê nemîne.