Al-Jazeera encama lêgerîna mala serkonsolê Erebistana Siûdî li Stembolê weşand
Malpera Kanala qeterî ya Al-Jazeera şeva çûyî ji zarê rayedarekî dozgeriya Tirkiyê nivîsî: Nimûneyên bidestketî ji mala serkonsolê Erebistanê û yên konsolxana vî welatî wek hev in.
Li gor nûçeya Al-Jazeera nimûneyên bidestketî ji mala serkonsolê Erebistanê Muhemed El-Etîbî li Stenbola Tirkiyê û yên bidestketî li konsolxana vî welatî wek hev in û evana nîşan didin ku destê wî jî di nav kuştina nivîskar û rojnamevanê nirxankarê rejîma Siûdî Cemal Xaşoqcî ye.
Vê çavkaniyê herwiha ji bo Al-Jazeera re got iye ku Tirkiyê ji Amerîkayê xwestiye ku nimûneya xwîna Xaşoqcî bêxe ber destê Enqerê û tîma wê ya şopandina rastoyê. Ev tîma piştî zext û zora Tirkiyê civaka navneteweyî karî ku roja çarşemê mala serkonsolê Erebistanê Muhemed El-Etîbî hilkole .
Xaşoqcî roja 2 Cotmehê ji bo karê xwe yê şexsî çû konsolxana Erebistanê li Stenbolê û piştî wê bê ser û şûn bû û rayedarên tirk gotin ku ew hatiye kuştin.
Hin çavkaniyan gotine ku Tirkiyê nerasterast ji Erebistanê daxwaza bertîleke giran kiriye da ku rastiya li bara Xaçoqcî veşêre.