Cotmeh 17, 2018 15:54 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi Erdogan û Çavûşoglu re civîya

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan derbarê mijara wendabûna Cemal Xaşiqçî de civiyan.

Balafira ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê têda bû, saet 09:40 li Balfirxaneya Esenboga ya Enqerê danî, lê ji aliyê rayedarên hikûmeta Tirkiyê ve merasîma fermî ya pêşwaziya li Mike Pompeo nehat encamdan. Piştî çend xulekan her li Balafirxaneya Esenboga ya Enqerê, Pompeo û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan civiyan.

Di civîna navbera Pompeo û Erdogan de, Serokê MÎT`ê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokkomartîya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Nûnerê Amerîkayê Li Karûbarên Sûriyê James Jeffrey jî amade bûn.

Piştî bidawîhatina civîna ligel Erdogan, her li Balafirxaneya Esenbogayê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bi hevtayê xwe yê tirkiyeyî Mevlut Çavuşoglu re jî civiya.

Her du alîyan di vê hevdîtinê de dosîya bêserûşûnbûna Caml Xaşiqçî, dosîya Sûrîyê û peywendîyên Waşîn-Enqerê hilkolandin.

Çavûşoglu di vê hevdîtinê de got ku duh lêgerîn li cihê mayîna serkunsolê Erebistanê pêk nehat lê, tîma lêkolînê hêvîdar e ku îro ango çarşemê ew kara bê kirin.

Şayanî gotinê ye ku Mike Pompeo berî seredana Tirkîyê, li Rîyazê bi Melik Selman paşayê Erebistanê û Mihemed Bin Selman welîehdê Siûdî re hevdîtin û gotûbêj pêk anîbûn. Donald Trump serokomarê Amerîkayê roja duşemê ji Mike Pompeo xwestibû ku seredana Rîyazê bike û bi rayedarên Siûdî re derbarê mesela wendabûna Cemal Xaşiqçî bicive  ûgotûbêjê bike.