Serokê CHPê ji siyaseta derveyî ya Tirkiyê rexne kir
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) ji siyasetên dewleta vî welatî derbarê Sûriyê rexne kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP), Kemal Qilîçdaroxlû roja Sêşemiyê li Parlimana Tirkiyê got: Ketina artêşa Tirkiyê şaşitiyeka mezin e ku nayê cebirandin. Kasrê ku bû sebeb xwwîna gellek misilmanan li vî welatî were rijandin.
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) bi gotina vê yekê ku bi caran derbarê operasiyona leşkerî li Sûriyê, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) hat hişyarkirin, got: Cihê mixabiniyê ye ku dewleta Tirkiyê hîn jî stratijiya xwe ya şaş derbarê mijara Sûriyêî didomîne.
Qilîçdaroxlû got: Hebûna nêzikî çar miliyon penaberêîn sûrî li Tirkiyê ji encamên ketina artêşê bo Sûriyê ye û ev penaber divê herî zû bo welatê xwe bên vegerandin.