Cotmeh 17, 2018 08:44 Asia/Tehran
  • Çawûşoxlû: Heke pêwîst bike emê siûdiyan bidin ber lêpirsînê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Sêşemiyê bi şev bi gotina vê yekê ku siûdiyan heta niha derbarê tu yek ji hûrgiliyên ragihandî derbarê dosyeya Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rxnekirê Rêjîma Siûdî itiraf nekirine, destnîşan kir ku heke pêwîst bike Enqere dê kedkarên konsolxaneya Erebistanê li Istenbûlê bide ber lêpirsînê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, mewlûd Çawûşoxlû got: Dozgeriya Tirkiyê desthilata wê yekê hye ku heke pêwîst bike û li çarçova qanûn û rêzikan, kedkarên konsolxaneya Erebistanê li Istenbûlê bide ber lêpirsînê.

Tîma lêkolînî ya Tirkiyê pêkhatî ji lêpirs û hêzên ewlehiyê yênn vî welatî Duşemiyê bi şev piştî du hefteyan çaverêtiyê serê axir karîn ji bo pêkanîna lêgerînê derbaêr dosyeya Xaşiqçî bikevin nav avahiya konsolxaneya Erebistanê li Istenbûlê.

Erebistanê di bin zextên navneteweyî rê da ku konsolxanya vî welatî li Istenbûlê bikeve ber lêgrînê.

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê piştî vê lêgerînê Erebistana Siûdî tawanbar kir ku hin tiştan vedişêre.

Erdoxên Sêşemiyê bi şev îdia kir ku li konsolxaneya Erebistanê hin alav hatine rengkirin û hin belge jî sextekarî li ser wan hatiye kirin.

Cemal Xaşiqçî roja 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav konsolxaneya Erebistanê li bajarê Istenbûlê ji bo tomarkiirna fermî ya Zewaca xwe, wenda bû.

Mêdyayan çend rojan piştra aşkira kirin ku Xaşiqçî li nav avahiya konsolxaneyê hatiye kuştin û cesedê wî bo derveyî konsolxaneyê hatiye veguhestin.

Civaka Navneteweyî daxwaza bersivdayîna Riyazê li vî warî da kiriye.

Navê Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî di lîsteya kesên girtî û di bin şopandinê da ya Riyazê bû.

Rêxistina Lêbihurandina Navneteweyî wek berteka li hemberî nûçeyên têkildarî kuştina Xaşiqçî, bi daxûyaniyekê ragihand: Kuştina Cemal Xaşiqçî bi vê wateyê ye ku rexnekiran heta li derveyî Erebistanê ewlehiya xwe ya canî tuneye.