Cotmeh 16, 2018 18:07 Asia/Tehran
  • Erdogîn, Erebistan bi sextekarîya derheq belgeyên têkildarî dosiya Xaşiqçî tawanbar kir

Serokkomarê Tirkiyê, Erebistan tawanbar kir ku li ser dosiya wendabûna Xaşiqçî rojnamevanê ku ji siyasetên Riyazê rexne digirt, sened û belgeyên heyî vedişêre û sextekarîyê di vî warî de dike.

Li gor rapora ajansa nûçan a Raşatûdêyê, Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li press konferansa xwe ya îro sêşemê bal kişande ser lêgerîna hêzên ewlehiyê yên vî welatî li konsûlxaneya Erebistanê li Istanbolê derheq dosiya wendabûna Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rojnameya Waşîngton Postê û ragihand ku hinek ji cihên konsûlxaneyê ji nû ve hatine rengkirinê û sextekarî li hinek belgeyan hatîye kirin.

Erdogan got: Lêkolîn li ser gelek babetan ji wan hebûna jehrê û rengkirina nû ya hinek der û dîwarên konsûlxaneyê hîn berdewam e.

Cemal Xaşiqçî roja 2`yê Cotmeha 2018`an de piştî derbasbûna nav konsolxaneya Erebistanê li bajarê Istenbûlê ji bo tomarkiirna fermî ya Zewaca xwe, wenda bû.

Mêdyayan çend rojan piştra aşkira kirin ku Xaşiqçî li nav avahiya konsolxaneyê hatiye kuştin û cesedê wî piştî tîketîkekirinê û tevî ku şûn û bandorên işkenceyê li ser hebûne, bo derveyî konsolxaneyê hatiye veguhestin.

Civaka Navneteweyî daxwaza bersivdayîna Riyazê di vî warî da kiriye.

Navê Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî di lîsteya kesên girtî û di bin şopandinê da ya Riyazê bû.